+1
-6
Zimanê kurdî
Li gor belavbûna erdnîgarî, zimanê Kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemî erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tevlî navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vî navçê, gellek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gellek welatan zêde û belav bûne. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeke fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.
Li gor pirtûga Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji alî ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:
Kurmancî
Lor
Kelhûr
Goran
Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Pirraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li Tirkiyê dijîn. Ji bilî çend deverên mîna Anatoliyaya Navîn û Qerejdaxê, ku şêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka soranî ye. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr « behdînî » û li rojhilat jî « şikakî » tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, « kurmanciya xwarû », « soranî » tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî « kirdkî », « kirmanckî », « dimilî », « dêrsimkî », « sobê » hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê « goranî » tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in.